PAK û PSKê dest bi xebatên hilbijartinê dikin

Serokên herdu Partiyên PAK û PSKê, Mustafa Özçelik û Mesut Tek, li ser hilbijartinên herêmî daxuyanî dan K24ê û eşkere kirin ku ew ê bi namzetên serbixwe dest bi xebatên bo hilbijatinan bikin.

Weku te zanîn Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) di 11ê Mijdarê de li Amedê Komxebtek li dar xist û biryar girt ku ew ê Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokratan ava bikin û bi namzetên serbixwe wê bikevin hilbijartinên herêmî.

Li ser vê yekê, serokên herdu partiyan Mustafa Özçelik û Mesut Tek, hevpeyvîn dan Kurdistan24ê û eşkere kirin di vê hilbijartinê de armanca wan ji bo gel pêkanîna vebijêrka neteweyî û demokrasiyê ye û her kesên ku dê vê xetê de siyasetê bikin; ew amade ne di hilbijarinan de wekî partî piştgiriya wan bikin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk da zanîn ku armanca wan meşandina siyaseta neteweyî û demokratîk e û bi vê rêbazê xizmetkirina xelkê herêmê ye û wisa pê de çû: 

"Du xalên me yên esasî hene. Yek em dibêjin xeta Kurdistanî, neteweyî, demokratîk û welatperwerî em bidin pêş; ev gelek girîng e. Ya din jî li hember siyasetên ku heta îro hatine meşandin; şaredariyeke çawa, rêveberiyeke çawa, rêveberiyeke zelal, demokratîk ku xizmeta xelkê esas bigire nîşan bidin."

Li ser hewla HDPê bo dorfirehkirina xebatên hilbijartinê jî serokên PAK û PSKê eşkere dikin ku wan biryar dane li ser hevkariya xeta neteweyî bimînin û  dê ji bo hilbijartinan bi partiyên din re dan û stendinan nekin.

Serokê Giştî yê PSKê Mesût Tek jî got ku; li gor biryara wan; dê ne tenê endamên PAK û PSKê; her kesê ku siyaseta wan a neteweyî û demokratîk qebûl bike, ew ê piştgiriya namzediya wan bikin.

 

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek wisa berdewam kir:

 "Ji îro û pê ve em û PAK'ê em ê bi hev re herin bi saziyên sivîl û kesên serbixwe re dan û stendinan bikin da ku ev platform an ev bereya hilbijartinan a bi kandîdên serbixwe berfirehtir bikin û bikaribin bi hev re vebijêrkeke demokratîk û neteweyî pêşkêşî xelkê xwe bikin."

Li gorî ragihandina serokên PAK û PSK'ê; ew ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de serdana  sazî û dezgehên sivîl û civakî jî bikin û çi kesên ku nirxên neteweya Kurd diparêzin û çi kesên bi vê siyaseta xwe di nav gel de tên hezkirin, ew ê wan jî wekî namzed nîşan bidin. Li gorî nûnerên herdu partiyan; ne siyaseta xendekan, ne jî siyaseta qeyûman, dê gel bizanibe ku vebijêrkeke wan a neteweyî heye û dê hem ji bo xelkê xwe hem ji bo nirxên neteweya xwe xizmetê bikin.

bo vîdyoyê: http://www.kurdistan24.net/ku/news/ff6ff66f-6f11-4b3a-8383-61e613099674

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin