Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li Dîyarbekrê li ser tifaqa neteweyî ya kurd civînek pêk anîn. Di cvînê de hat amajekirin ku kurd û Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ye û li hemberî vê yekê, pêkanîna tifaqeke berifireha neteweyî û demokratîk berpirsyarêyeke dîrokî ye.
Li Dîyarbekrê bi beşdarîya serok û rêveberên PAK û PSKê, nivîskar û lêkolîner û welatperwerên kurd, li ser tifaqa neteweyî ya Kurd civînek berifireh hat kirin.
Di civînê de li ser mijarên wekî armanca tifaqa neteweyî û nexşerêya tifaqa neteweyî nîqaş hatinkirin. Li gorî nirxandina rêveberên PAK û PSKê, divê di serî de kurd di nava xwe de tifaq bin û ji bo paraztina destkeftîyên xwe li ser esasên neteweyî bi hevre bixebitin.