PAK: Umît Ozdag dijminê nirxên neteweyî yên miletê Kurd e, em wî şermezar dikin

.

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, heqaret li rêberê milî yê miletê Kurd û kesayetekî qebûlbar ê dînî Şêx Seîd Efendî kirîye. Demeke berê jî Umît Ozdag heqaret li rêberê millî yê miletê Kurd Seyîd Riza jî kiribû.

Helbete ku tu hekaret, dê nikaribe tesîrê li qîmet û rola rêberên me yên milî bike.

Rêberên miletê Kurd bi dilsozî canê xwe ji bo miletê xwe û ji bo doza xwe feda kirine. Ew di dilê me da, di têkoşîna me da dijîn.

Divê Umît Ozdag û yên wekî wî baş bizanibin ku, miletê Kurd dê bersîva herî baş , bi azadî û serxwebûna welatê xwe û pêşeroja xwe ve bide wî û yên wek wî. Tu hêrîş û hewlên nîjadperestan dê nikaribin rê li ber vê yekê bigirin.

Em bi rêzdarî rêberên xwe yên milî bibîr tînin, em bi wan serbilind in û em Umît Ozdag şermezar dikin, protesto dikin.

Divê Baroyên Bakurê Kurdistanê di derbarê Umît Ozdag da dozê vekin û di mehkemeyê da, rûyê wî yê qirêj bê aşkere kirin, bê mehkûm kirin.

Umît Ozdag dijminê kurdan e û divê bi sûcê dijî mirovahîyê û nîjadperestîyê bê darizandin û divê hemû Kurd xwe terefê vê dozê bibînin.

16.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'