PAKa Batmanê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

Bi hilkefta 17ên Kanûnê Roja Ala Kurdistanê, hezkiriyên Alarengîn li Teşkîlata Batmanê hatin cem hev û bi hestên neteweyî-Kurdistanî Roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

Şaxa PAKê ya Batmanê îro (17.12.2016) bi hilkefta 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê pîrozbahiyek pêk anî.

Şaxa Batmanê ya PAKê bi Alarengîn hatibû xemilandin.

Di destpêka bernameyê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û Sirûda Netewî hat xwendin.

Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvanan û got: Di dîroka miletan de al û sirûd du têgehên girîng in. Di jiyana netewan de ala netewî nirxêke herî girîng û pîroz e.Em îro bi diruşma "Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê"  Roja Ala Kurdistanê pîroz dikin.

Herwiha îro salvegera rûxandina Komara Kurdistanê (Mahabad) ye. Bi vê minasebetê em Pêşawa Qazî Mihemed û şêhîden xwe bi rêzdarî bibîr tînin."

Duv re Serokê Teşkîlata PAKê ya Batmanê Aziz Özdemîrî  daxuyaniya PAKê xwend ku wisa hate gotin:

"17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye.

Di roja 17yê çileya pêşîna a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê çileya pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îçtîmaîye Cemiyetî ya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.

Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin."

Hikûmeta Komara Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev 100 sale ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûl kirin.

Em roja ala rengîn a bi rûmet pîroz dikin."

Paşê jî, ji bo Ala Kurdistanê Aziz Özdemirî wiha got: Ala Kurdistanê dîrokeke wê ya dûr, berî zayînê ji Kawayê Hesinker û Medan û dîrokeke wê ya nêz a 100 salî hene. Di jiyana netewan de pir nirxên girîng hene. Ala netewî jî yek ji van nirxan e.

Ala Kurdistanê ya ku îro me qebûl kiriye, rengên xwe ji dîroka Kurdan, ji ala Împaratoriyeta Medan distîne ku Med pêşiyên Kurdan in û Împaratoriyeta Medan 2700 sal berê hatiye damezrandin. Ala Medan wiha bû: Li jor şerîtek sor heye. Di nav vê şerîta sor de taceke zer heye. Li nîvê şerîdeke spî heye. Di nav vê şerîda spî de wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên nîvrojekê derketine. Roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e. Li jêr jî şerîtek kesk heye.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji aliyê Teşkîlat-i Îçtîmaiye ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin û di 1920an de jî dîsa ji aliyê Teşkîlat-i Îçtîmaiye ya Kurdan ve bi biryarekê hatiye qebûlkirin. Ev ala gelekî nêzî ala Medan e; bes şêr û tac lê kêm e. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye.

Taybetiyên Ala Kurdistanê: "Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk tên. Şerîda sor li serê, ya sipî li nîvê, ya kesk jî li binî ye. Li ser rengê spî bi 21 tîrêjên xwe roj heye. Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye. Kesk, rengê daristan û deşt û çiya u banîyên welat e, bereket û xweşî ye. Sor; agirê Zerdeştê Kal û xwîna lehengên Kurd e. Zer; azadî û ronahî ye. Spî; aşitî, masûmîyet u rastevanî ye. 21 tîrêjên rojê jî, remza roja Newrozê ye; ji roja Zerdeştiyan tê."

Di dawîya bernamê de Helbestvan Seydayê Gurdîlî helbestek bi navê "Ala Rengîn" û helbestek bi navê "Qadî Mihemmed "xwend. Bi pirs û bersivan re bername bi berhemdarî bi dawî bû.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin