Li hemberî teşebusa darbeya leşkerî, çareseriya ku Hukûmeta AKPê dît, bi tawsiya MGKê(Heyeta Ewlekariya Netewî) îlankirina rewşa awarte ye.
Ev biryar, ji dêlî çareserkirina gelşên heyî, ewê gelşan hîn jî girantir bike.
Berî her tiştî, hin azadî û mafên demokratîk yên qismî hene jî , di şertên rewşa awarte da ewê bi temamî ji holê rabin.
Heger rewşa awarte bi her awayî were bicîhanîn, herî zêde ewê wan kêm azadiyên kurdan yên hene, wan jî ji holê rake.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û îktîdara AKPê dibêjin, “ rewşa awarte ne ji bo ku demokrasiyê û azadiyan kêm bike, ji bo ku li hemberî teşebusa darbeya leşkerî mucadeleyeke baş û bi tesîr were dayin hatiye îlankirin.”
Bajarên gelê Kurdistanê di şertên ‘’‘normal ‘’ de hatin şewitandin û wêrankirin. Ji ber tercubeyên me yên heta nuha, çi heyf ku di vî warî de em nikarin wek hukûmet dibêje xweşbîn bin; ji bo reşbîniya me di destê me da gelek delîl hene.
Îktîdara rewşa awarte wek ku hukûmet dibêje bi rastî ewê wer bibe, ya jî ewê li Kurdistanê ew maf û azadiyên hene jî ji holê rake, di rojên pêş da emê bibînin.
Bicîhanîna rewşa awarte, ewê darbeciyan, kesên ji şîdetê û neçareseriyê feydeyê digrin, kesên li dijî demokrasiyê û azadiyê ne bêtir xurt bike, rê li ber xurtbûna wan veke.
Di vê sala dawî da bi şerê li Kurdistanê gurr bûye gelek bajar hatin wêrankirin, bi sedhezaran mirovên me ji cîh û warên xwe bûn, bi hezaran mirî û birîndar hene.
Û şer hîn jî berdewam e. Lêbelê, di warê azadiya fikrî û rêxistinî da hindik be jî hîn hin maf hene.
Ji ber ku darbeya leşkerî ewê maf û azadiyên me ji holê rakira me got “na,”. Lê belê heger bi rewşa awarte, maf û azadiyên me ewê bi tevayî ji ortê rabin, em vekirî dibêjin, emê vêya qebûl nekin.
Heta nuha di hemû rewşên awarte da, di darbeyên leşkerî û di bin her rejîmên totalîter da miletê kurd tim bûye mexdûrê herî pêşî. Îro jî ewê weha bibe.
Ne bi rewşa awerte, bi demokrasiyeke rastîn û bi azadiyan, bi qebûlkirina mesela kurd û Kurdistanê û bi çareseriyeke siyasî ya li ser esasê wekheviyê ancax pêşiya darbeyên leşkerî were girtin.
Heger hukûmeta AKPê û,serokkomar û rayedarên Dewleta Tirk bi rastî jî dixwazin rê li ber darbeyan bigirin, dibê rastiya kurd û Kurdistanê qebûl bikin. Û ji bo çareseriya probleman jî dibê gavên aştiyane û demokratîk yên pêwîst û mecbûrî bavêjin.
Rêya vê jî ne israra di şîdetê û di siyaseta neçareseriyê da ye. Ji bo çareseriyeke dirist û adil dibê bi hemû partiyên bakurê Kurdistanê re tavilê dest bi hevdîtinan were kirin.
Îro, roj roja hevkariyê ye, hemû hêzên neteweyî demokratîk yên bakurê Kurdistanê divê li hemberî her teşebusa darbeyên leşkerî, li hemberî rewşa awarte û li dijî her êrîş û xeterîyên li hemberî maf û azadîyên gelê me pêk bên, destên xwe bidin hev û bi hev ra têkoşînê geş bikin.
21.07.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê