PAKê bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî civîna çapemenîyê li dar xist

.

PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 29.06.2023yê, bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîna çapemenîyê li dar xist.

Rêvebir û endamên PAKê beşdarî bibîranînê bûn. Bibîranîn bi rêz lêgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşê berdevkê PAKê Hanîfî Tûran daxuyanîya PAKê ya di derbarê darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî da bi kurdî xwend.

Telewîzyonên kurdî Rûdaw û Kurdistan24 TVyê bibîranîn wek nûçe belav kirin.

29.06.2023

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin