Teşkîlata Êlihê(Batman) ya PAKê ji bo yadkirina 34emîn salvegera Jenosîda Helebçeyê, roja 16ê Adara 2022yê bibîranînek lidarxist.
Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Azîz Ozdemîr, bixêrhatina mêvanan kir û got:
"Ji bo bordûmana Kimyewî di 16ê Adara 1988an, katjimêr 11.00 an de li Helebçe destpê kir. Em jî îro li vir di heman demê de ji bo rûreşkirina Jenosîda Helepçeyê û ji bo rêzgirtina hemû şehîdên Kurdistanê û bi taybetî şehîdên Helepçêyê, 1(yek) deqîqe li cîhe ku em lêne, rêzê bigirin’’. Di heman demê de Sirûda Netewî hat xwendin.
Azîz Ozdemirî, bi kurtasî behsa bûyer û dîroka Halepçeyê kir û daxuyanîya PAKê xwendê xwend.
Di Daxuyanîyê de weha hate gotin:
"Roja 16yê Adara 1988an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe baranên çekên kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.
Li Helebçeyê Mirovahî 5000 Caran Hate Qetil Kirin.
Jenosîda Helebçeyê Tawaneke Li Dijî Mirovahîyê Ye.
Em Qesasên Jenosîda Helebçeyê û Alîgirên Wan Rûreş Dikin.
Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye, Em Jibîr Nakin Jî.
Divê Netewên Yekbuyî(UN) Jenosîda Helebçeyê Qebûl Bike.
Jenosîda Helepçeyê Nikarîbûye Rê Li Ber Doza Azadîya Kurdistanê Bigire.
Birîna Jenosîda Helebçeyê Bi Azadîya Kurdistanê Tê Kewandin.
Em Şehîdên Helepçeyê û Hemû Şehîdên Kurdistanê Bi Giramî Bibîrtînin’’.
Paşî Bavê Helebçe (Alî Remî) û Şêxmus Hemo helbestên xwe ên li ser Helebçeyê xwendin.
Di berdewamiya bîranînê de sitrana Helebçe ya bi dengê Şivan Perwer hate guhdarî kirin.
Bîranîn bi belgefilmeke li ser Helebçeyê bi dawî bû.
Di bîranînê de endam û dostên PAKê cîh girtin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê