PAKê li Wanê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin

.

PAKê îro(28.01.2022) li Wanê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin

Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo bala dê û bavên xwendekaran bikşîne ser dersên bijarte yên Kurdî li kolan û cadeyên Wanê bi pankartan xemiland.

Pankart bi herdu zaravayên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) û bi tirkî hatine nivîsandin.

Li ser pankartên PAKê wiha hatibû nivisandin:

--Em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî(Kurdî, Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.

--Ma tutanê xo dersa weçînayî ya kurdkî(Kurdkî, Kirmanckî/Zazakî) rê qeyd bike

--Çocuklarımızı Kürtçe(Kurmanci, Zazaki) Seçmeli Derse Kaydedelim

Bixwîne: PAKê li Amedê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin

Bixwîne: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk: Bijartina dersa kurdî dê rêya mafê perwerdeya bi zimanê kurdî xweştir bike

Bixwîne: Henîfî Turan: Dersa Kurdî hilbijêrin û li her derê bi Kurdî biaxivin

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn