PAKê Peyamek Ji Kongreya 14an a PDKyê Ra Şand

.

Kongreya 14an a PDKyê roja 03.11.2022yê li bajarê Dihokê destpê bû.

PDKyê biryar daye ku vê kongreyê bes bi beşdarîya delegeyan li dar dbxe, ji ber wê jî mêvanên navxweyî û derekî nehatine vexwendin.

PDKyê daxwaz ji PAKê ra jî kiribû ku PAK peyamekê bişîne Kongreya 14an a PDKyê.

Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê jî peyamek ji kongreyê ra şand û serkeftin ji kongreyê ra xwest.

Ev jî peyama PAKê ya ji bo PDKyê ye:

................................

Ji bo Mekteb Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê

Nûnerên Rêzdar ên Kongreya 14ê ya PDKyê

Berîya her tiştî, em spasîya we dikin ku we ji bo 14emîn kongreya PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) peyamek ji partîya me xwestine.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), wek partîyeke Bakurê Kurdistanê, partîya we ya rêzdar wek partîyeke bira dibînin.

PDK eve 76 sal e ku li Başûrê Kurdistanê aktorekî esasî yê tevgera azadîyê ye.

PDK ya ku hişmendîya wê bi felsefe û rêbaza Ahmedê Xanî, Şêx Evdilselam Barzanî, Şêx Ahmed Barzanî, Mele Mustafa Barzanî û bi ked û xebat û dilsozî û xwîna bi sedhezaran şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê ve hatîye hûnandin; helbete ku her tesîreke xwe ya mezin li ser Bakur û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî hebûye.

Mele Mustafa Barzanîyê nemir, di Komara Kurdistanê ya Mehabadê da, roleke xwe ya girîng hebû. PDK jî zarokekî wê deskeftin û tecrubeya giranbuha bû.

PDK aktorê esasî yê otonomîya 1970ê bû; di destkeftina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê da jî aktorekî esasî û sereke bû.

PDK di demeke ku bi her awayê xwe va gelekî hesas da kongreya xwe ya 14ê li dar dixe. Ji ber wê jî em baş têdigihêjin ku bar û berpirsîyaretîya PDKyê gelekî giran e, gelekî mezin e.

Em di wê bawerîya da ne ku, PDK di vê kongreya xwe da, ji bo parastin û xurt kirin û pêşdebirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê, ji bo yekgirtina nav mala Kurd li Başûrê Kurdistanê, dê biryarên girîng û dîrokî werbigire.

Herweha em di wê bawerîyê da ne ku, PDK, ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê li hersê perçeyên din ên Kurdistanê bi rêyên sîyasî, sivîl, demokratîk û bi dîyalogan bêne çareser kirin, dê roleke neteweyî, niştimanî bilihîze.

Em wek PAK, bi hemû hêz û kanîn û dilsozîya xwe ve alîgir û piştgir û hevalbendên destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ne. Em vê yekê wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî dibînin.

Bi van bîr û bawerî û hest û hişmendîyan , em di Kongerya wê ya 14ê da serkeftinê ji PDKyê ra dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane

Komîteye Birêvebir a Navendî ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike