PAKê sersaxî ji malbatên qurbanîyên qezaya trafîkê ya Agirîyê ra xwest

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên qezaya trafîkê ya Agirîyê ra dixwazin

Li navenda navçeya Tutaxê ya parêzgeha Agirîyê ya Bakurê Kurdistanê, roja 07.11.2022yê, du qamyon û otobûseke rêwîyan li hev qelibîn , piştî qezayê , agir bi otobûsê ket û di encama vê qezaya trafîkê da, 7 kesan canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Ruhê qurbanîyên vê bûyera trafîkê şad, cîhê wan biheşt be. Em, sersaxîyê ji malbatên wan ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye