Di 16.10.2017an de YNK bi hevalbendîya dijminên Kurd û Kurdistan re, berjewendîyên kurdan, pêşeroja Kurdistan xist tehlûkê. Mesud Barzanî û PDK , bi hewlên siyasî û bi wêrektî li henber vê xîyata YNK û dijminên Kurdistan, beşek ji nav YNK , hêzên serxwebûn xwaz girt cem xwe û pêşî li van hewlan girt, ku şerekî birakujî destpê neke. Başûrê Kurdistan, îro deyndarê van gavên girîng e.
Emerîka û beşek ji hêzên hevpeyman, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistan helwestek ne dostane danîn. Dijminên Kurd û Kurdistan ji vê helwesta Emerîka hêz girtin. Piştî referandûmê; Tirkîye, Îran û hikumeta İraq, bi hemahengîyek dijminane Kurdistan dorpêç kirin. Bi hevkarîya xîyanetkarên 16.10. 2017an re êrîş anîn ser beşek herêmên Kurdistan. Kerkuk û derdorên wê hat dagirkirin.
Bi xîyaneta 16.10.2017an re, di nav siyaseta emerîka a navendî de, li ser vê siyaseta Emerîka û bêdengîya li henber êrîşên ser Kurdistan dubendî derket. Beşek ji îktîdarê û hinek ji endamên Kongrê û senato, ev siyaseta Emerîka rexne kirin. Û eşkere diyarkirin ku „pîlanek emerîka ji bona kurdan tiyene û li henber siyaseta Îran a herêmê, emerîka şikestin xwar.“(!) Ev helwesta Emerîka, di nav Kurdan de diljikestîyek mezin derxist ber me û hinek ji aktorên siyasî yên herêma Kurdistan eşkere gotin ku, „me carek din dît ku ji xeynî çîyayên Kurdistan, dostê kurdan tine ye.“ Di 2017an de tevgera netewî a Kurd, di seranserê cîhanê de demoralîze bû, lê şikestin nexwar.
Di 2018an de, Başûrê Kurdistan bi siyasetek berpirsiyarî û pîlanek siyasî, dîplomatîk xwe ji vê demoralîzasyonê û dorpêçê rizgar kir. Gav bi gav serkevtinên xwe tomarkirin. Beşdarî hilbijartinên parlementoya Federal a İrak bûn û hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî bi serkevtî pêkanin. Ji xîyaneta 16.10.2017an û virde, derket ber me ku hêza netewî û serxwebûnxwaz ji van qeyran û boran-lîstikên siyasî, aborî serkevtî derketîye û rê ji xwe re vedike ji bona serkevtinên hîn mezintir.
Hêza baskê xîyanetê, her pişta xwe daye dijminên Kurd û Kurdistan û tifaqa nav mala Kurd jihev perçe kirîye. Hilweşandina tifaqên netewî kirî armanc û ji van karesatan hêz girtîye. Bi vê hemahengî ya bi dijmin re her xwestine ku pêşî li siyaseta netewî a Kurd û Kurdistan bigirin. Di hilbijartina serokkomarê İraq Behram Salîh de carek din ev wek mînak derket ber me, ku dijmin ji nakokî yên nav Mala Kurd hêzê digire.
Di 2018'an de bûyerek din a girîng jî Nadia Murad bû. Wek ku em dizanin, NY. Nadîya Murad girtin nav Kursîya Parastina Mafê Mirovan. Di 2018 an de jî Xelata Aşitîyê a NOBELê jî danê. Ev herdû gav jî pir girîng bûn û derfetek mezin derdixist, ji bona li ser vê kursîyê dengê mafê Kurd û Kurdistan bilind bibe. Mixabin bi tabloyek İraqî û pir xerab, ev fersend hat berbihewakirin..
Sala 2018an bi gelemperî, çareserkirina qeyranên aborî, rakirina dorpêça ser Kurdistan, hilbijartin û nûkirina parlemenê û hikûmetek nû, çareserkirina pirsgirêkên hêzên pêşmergan, amadekirina makezagonê û pirsgirêkên Nefta Kerkûk, Çaksazî, wek hedef danîne ber xwe. Bi İraq re her rêya têkilîyan û giftûgoyê vekirî hiştine.
Ji 2017an heta dawîya 2018 an li Başûrê Rojavayê Kurdistan mijar neguherîye.
Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyek Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan“ û stratejî ya „demokratîk kirina dewletên dagirker"(!) hatiye avakirin. Ruhê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin dijminên Kurdistan û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûye. Di vir de ji bona PKK, Kurd ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Kobanê û Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Parastina statukoya ser Kurdistan e.Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Ev hevoka yek ji serkirdeyên PKK, mînakek ji stratejîya PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan pir zelal derdixe ber me: „Dewleta Sûrîye di bin metirsîya hêzên dagirker de ye. Em mecbûrin ku ewlekarîya Sûrîyê bikin û Sûrîyê biparêzin. Hêzên me yên çekdar, her cîhê ku lê hene, divê vî rolê xwe bilîzin.“(!)
PKK, terafgirê stratejiya Rusya, Îran û Surîye, Tirkîye bi xwe ye. Ev di hewlên Emerîka yên li Sûriyê de, di hewlên Emerîka yên li dijî Îran û yên di Rojhilata Naverast de, di helwesta PKK a li dijî serxwebûna Kurdistan de, di dagirkirina Kerkuk de, bi rasteqînî derket ber me.
Emerîka di 2018an de pêşîlêgirtina Îran xist programa xwe. Li Sûrîye xwest têkilîyên xwe bi PYD û YPG re derxe astek xurtkirinê. Lê PKK rê li vê hewla Emerîka girt û bû asteng. Emerîka, biryara bi xelata 12 milîyon Dolar, girtina sê serkirdeyên PKK da.
Di dawîya 2018an de Emerîka biryara vekişîna hêzên xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistan da.
Bi raya min; ev biryara Emerîka wê bibe sebeb ku hemû hêzên dagirker û bi taybet jî hêzên Îran û Tirkîye ji Sûrîye derkevin.
Wê pêvajoka çareserkirinek siyasî û bi lez ji Sûrîye re peyda bike.
Wê kurdan jî wek terefek bikişîne nav danûstendinên Cenewre û makezagonek nû ji Sûrîye re bihêz bike.
Wê têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye û Îran re bi carekê de eşkere bike.
Hevsarê rêveberîya PKK di destê Sûrîye, Îran û Rusîya de ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK, lîstoka destê Tirkîye, tasa destê Rusya, kevçiyê destê Îranê û xwarina dîktatoriya BAAS'iyan bi xwe ye. PKK, sebeba têkbirina fersend û destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye. PKK serkêşê „şoreş“a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye! PKK, pîlanek ji berdewama „kemmera erebkirina xaka Kurdistan“ bi xwe ye.
Eger PKK, destê xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistan nekişîne, şikestinek mezin li pêşîya tevgera Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Di nav vê helwesta siyasî a Başûrê Rojavayê Kurdistan de, têkilîyên Emerîka bi PYD û YPG re, li ser esasên şerê wekaletê ye. Dema ku PYD û YPG vê bingeha şerê wekaletê wenda bike, bê serkevtinek, tercîha wan hinbêza dîktatorîya Esad bi xwe ye. Ji ber ku bingeha siyaseta PKK di Rojhilata Naverast de, li ser esasên piştgirîya stratejîya Îran û Sûrîye hatîye dîzaynkirin.
Li Bakurê Kurdistan, tahrîbatên ku bi „şerê xenqekan“ re raserî Kurd û Kurdistan bû, di helwestên siyasî de şikestinek mejûyî derxist ber me.
Dewleta Tirk, di şerê bajarên bakurê Kurdistan de, PKK-HDP bi helwestek hevpar bikar anî. 12-13 bajarên bakurê Kurdistan raserî van provakasyonan hatin. Dewleta tirk wek takwîye ew hêza li Sûrîye ku bi wan re têkildar, hêza wekaletê a şer-çekdar Ehrer- ul Şam jî di van bajaran de bikar anî. Armanca vî şerê bajaran; terorîze kirina girseya Kurd, hilweşandina bingeha bajarên Kurdperwer û alozîyên navxwe yên wekaleta şerê îktîdarê a dewleta Tirk bû. Wek her bûyerê û tahrîbatê, PKK hewl da ku ev bûyer jî zû bêt jibîrkirin!
Li bakurê Kurdistan jî, siyaseta Kurd û Kurdistanî di bin bandorek xerab de ye. Vê bandora xerab, Kurd ji stratejîyek netewî dûr xist û Bakurê Kurdistan ket bin pêvajokek entegrekirina Kurdan bi dewleta Tirk re. Vê stratejîyê asîmîlasyonek mezin di nav kurdan de bipêşxist. Siyaseta ku „demokratîk kirina Tirkîye“ wek stratejîyek Kurd derxist ber kurdan, di asta ramanên netewî de ji kurdan re jikestinek netewî anî. Qedera kurdan bi demokrasîya tirkan ve hat girêdan, ne ku demokrasîya tirkan bi kedera Kurdistan ve bêt girêdan!
Seranserê sala 2018an, Dewleta tirk, bi girtin, zîndankirin û tehdîdan, bandora xwe firehtir fireh kir. Carek din derket ber me ku bê sarxwebûna Kurdistan, demokrasî nayê Tirkîye.
Çima qedera "demokrasî" ya Tirkan bi mafê çarenûsa Kurd û Kurdistan ve girêdayî ye?
Heta ku Kurdistan di bin destê Dewleta Tirk de kolonî be, demokrasî nayê Tirkîye.
Jiber ku kolonyalîst, ji bona ku kolonîya xwe di dest de bihêlin; divêtîya wan bi nîzam û asayîşek militarî heye. Sîstemek tûnd-dîktatorî û yasayên ku, haq û hiqûqê kolonîyê têxe bin bandorê. Dewleta Tirk li ser van esasan tevdigere.
Dewleta kolonyalîst siyaseta dolivgerî, li ser esasê yasa û qanûnên xwedî rolekî dualî dimeşîne. Makezagon û yasa li gor berjewendîyên netewa serdest têt amadekirin. Ji netewa serdest re „demokrasî“, ji bona netewa bindest jî koletî ye. Yanî ji Tirkan re xwestina demokrasîyê, ji kurdan re kedîkirin û bicîhanîna programê entegrasyonê bi xwe ye. Ev jî bi riza kurdan, pejirandina asîmîlasyon û entegrasyonê bi xwe ye.
Artêşa dagirker, li ser axa Kurdistan, li gor yasayên metînkerî bicîh dibe. Hêzên ku li ser axa dagirkirî xwedîyê vê rolê bin, heta ku kolonî (Kurdistan) dibin destê wan de be û ji bona serxwebûna xwe bitêkoşe; ew (devleta Tirk) mecbûrin sîstema milîtarî biparêzin. Ev mecbûrîyet, bi yasa û qanûnên kolonyalîstî tên amadekirin. Jiber ku li Kurdistan armanca hebûna wan ev e. Ev hebûn jî ticarî rê nade demokrasîyê. Têkilîyên devleta Tirk û têkilîyên bi Kurdistan re li ser van esasan dimeşe. Têkoşîna Rizgarîya Kurdistan, li ser stratejîya Kurd û Kurdistanî divê ava bibe. Îro rewşa ku Bakurê Kurdistan tê de ye, ji sebeba serûbinkirina vê stratejîya netewî, Kurdistanî tê. Di warê entegrasyon û asîmîlasyonê de, her ku dijmin serkevtî dibe, bêtir bandorê geşdike. Ji 2017an heta dawîya 2018 li Bakurê Kurdistan rewş her berbi xerabûnê ve diçe.
Dewleta Îran, wek koremarekî jehrîn di herêmê de rol dilîze. Destê wê di nav beşek ji tevgerên Kurd de, ji bona van armancên dagirkerî û dîktatoryal yên herêmê, wan rêxistin û tevgerên Kurd bikar tîne. Hêzên Kurd ku bi siyaseta Îran a xwînxwar, terorîst û dagirker re têkildar, her di hewlên pêşîlêgirtin û bêbandorkirina têkoşîna Rojhilatê Kurdistan de rolekî neyênî dilîzin.
Amerîka, li herêmê ji bona şikenandina bandora Îran di hewlek siyasî, aborî û leşkerî de ye. Ev hewl, destpêkê bi pêşîlêgirtina berjewendîyên Îran yên aborî, derket qada dorpêça ser Îran.
Ev hewlên Amerîka wê têkilîyên Başûrê Kurdistan yên bazirganî bi Îran re têxe bin metirsîyê. Ji ber ku Başûrê Kurdistan û İraq ji Îran re derîyekî bezirganî-aborî ya girînge. Hewlên li henber vî derîyê aborî, wê bandora xwe li ser Başûrê Kurdistan û bezirganên herêmê jî bike. Ev têkilîyên bezirganî yên İraq û Başûrê Kurdistan bi Îran re, ji bona hewlên Amerîka bandorek neyênî derdixe holê. Di virde a girîng ewe ku Kurd ne li gor hesabên piçûk û dahatên bezirganî , li angora dorpêça ser Kurdistan û rolê Îran rawestin. Li gor stratejîya netewî a Kurd û Kurdistanî di vî şerî de cîh bigirin.
Kurd bi ti şîweyî nikarin li gor berjewendîyên wan aktorên herêmê yên dijminên Kurd û Kurdistan tevbigerin. Ji ber ku berjewendîyên pêşeroja netewa Kurd û Kurdistan, ne di parastina rolê van aktorên dijminên Kurdistan de ye. Divê van têkilîyan erzan nenirxînin û bi hesabên mezin cîhê xwe eşkere bikin. Ev jî garantîya serxwebûna Kurdistan e. Di virde derîyekî erênî ji bona têkoşîna Rojhilatê Kurdistan derdixe ber me. Divê 2019an de ev rol baş bêt nirxandin.
Garantîya serxwebûna Kurdistan û parastina destkevtinên Kurd û Kurdistan, di helwestek netewî û hevgirtî re derbas dibe. Emerîka baş dizane ku Kurd xwedî hêzek cidî û xwedî bandorin. A girîng ewe ku ev bandor û cidîyeta tevgera Kurd û Kurdistan nebe qurbana berjewendîyên piçûk, hizbî û têkilîyên bezirganî bi Îran û Tirkîye re.
Di sala 2019an de divê rastîya her hesab û danûstendinan bi Emerîka û hevalbendên wê re, li angora garantîkirina serxwebûna Kurdistan û piştgirîya van hewlan bêt nirxandin. Eger ev garantî neyê dan, divê Kurd xwe ji agirê herêmê biparêzin. Ji ber ku şer wê bi her haweyî liser axa Kurdistan bimeşe û wê bi xwe re bandorek neyênî bîne. Hinbêzkirina vê bandora neyênî, divê hêjayî erêkirina hewlên Emerîka û hevalbendên wê be.
Di herêmê de derîyê tomarkirina serkevtinan ji Kurd û Kurdistan re di sala 2019an de vekirîye. Ev jî bi hemahengîyek netewî, bi siyasetek Kurd û kurdistanî ve girêdayîye.
Ez sersala we, a kedkarên Rûpela Nû, Kurd û Kurdistan pîroz dikim..Bi hêvîya tomarkirina serkevtinên mezin ji bona Kurd û kurdistan.