Beriya bi demekê Papayê Vatîkanê Papa Francis di merasîma nimêja qedasiyê li Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê de gotarek peşkeş kir û tê de da ragihand, kilise li Iraqê û mesîhiyet jî li Iraqê zindî ye û aramiya we wisa kir ku ez serdana Iraqê bikim.
Papa Francis di merasîmê de çend ayetên Încîla pîroz şîrove kir di dema nimeja qedasiyê ya li Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê. Herwiha Papa di gotara xwe de got, divê mirov dil pak û dûr de ji derew û dûrûtiyê ku beşeke wan bi me hemûyan re heye.
Papa Francis aşkere kir pêwîstî bi aştiyê heye û ji derwan û dûrûtiyê dûr bikevin.
Merasîma nimêja qedisaya Papa Francis bi armanca serdana wî ji bo Hewlêrê hatibû lidarxistin û di merasîma Yarîgeha Franso Herîrî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û nûnerên hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de beşdar in.
Merasîma nimêja qedas nerîteke taybet a mesîhiyan e û Papa heta niha li gelek welatan ew merasim birêvebirine.
Îro roja yekşemê 07.03. 2021ê Papa Francis bi merasîmeke taybet li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Papa Francis serdana dêrên mesîhiyan li Mûsilê kir û piştî wê vegeriya Hewlêrê û beşdarî merasîma qedaseyê bû.
Bi sedan televizyon û ajansên navdewletî romala serdana Papa Francis ji bo Herêma Kurdistanê dikin û amaje bi wê yekê dikin Kurdistan warê pêkvejiyanê ye bo hemû pêkhate û ayînên heyî li Herêma Kurdistanê û Iraqê.