Parêzerê Demirtaş hat desteserkirin

.

Parêzerê Selahattin Demirtaş hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Cahit Kirkazak, îro Çarşemê 25ê Mijdarê ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, polîsan îro li bajarê Bursayê bi ser mala parêzerê Demirtaş, Cahit Kirkazak de girtine û ew desteser kirine, herwiha polîsan lêgerîn li malê pêk anîne.

Sedema desteserkirina parêzerê Demirtaş nehatiye zanîn û polîsan derbarê vê yekê de ti agahî nedane malbata wî.

Kirkazak sala 2016an jî bi tometa aşkerekirina naveroka nameya Demirtaş hatibû desteserkirin, herwiha Serdozgerê Komarî yê Bursayê derbarê wî de du îdianame amade kiribûn û li dijî wî doz vekiribû.

Herwiha sala 2019ê jî dozgeriyê derbarê Kirkazak de îdianameyek din amade kiribû. Di sala 2019an de herwiha ji ber ku parêzerê Demirtaş, Cahit Kirkazak derbarê desteserkirina xwandekara zanîngehê Merve Demirel de hin tişt parve kiribûn, lêpirsîn pê re hatibû kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne