Parêzgarê Hewlêrê: 5 milyar dînar ji bo projeya rêya gundê Xedircîce hat dabînkirin

.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 5 milyar dînar ji bo projeya rêya gundê Xedircîce dabîn kiriye.

Li gor Parêzgarê Hewlêrê îro bi daxuyaniyekê da zanîn, “Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5 milyar û 99 milyon û 867 hezar û 500 dînar ji bo cîbicîkirina projeya çêkirina rêya gundê Xidircîce hat dabînkirin.

Herwiha Parêzgarê Hewlêrê ev proje wek yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nav kir ku wê hemû gundên din ên herêmê jî bi hev ve girêbide û wê ji bo çûnûhatina welatiyan û şêniyên gundên li qûntara Çiyayê Qereçûqê asankariyeke mezin dirust bike.

Di destpêka Berferanbera sala borî de, çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xedircîce yê girêdayî navçeya Mexmûrê li quntara Çiyayê Qereçûx kiribûn û di encamê de 13 kes û Pêşmerge hatibûn şehîdkirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn