Parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin

.

Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Peyamnêrê Rûdawê Zeyad Îsmaîl ragihand ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îşev li Bexdayê li Otêla Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdar bûn.

Zeyad Îsmaîl diyar kir ku di civînê de endamê YNKyê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.

Zeyad Îsmaîl herwiha da zanîn ku Mihemed El Hafiz wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat hilbijartin.

Her du endamên PDKyê, her du endamên Eniya Tirkmenan û hinek endamên Ereb beşdarî civîna îşev nebûn.

Hilbijartinên Kerkûkê

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Urube: Kursiyek

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye