“Parêzgarê Kerkûkê, parêzgarê hemû pêkhateyan dibe”

Piştî civîna îro ya şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê hat aşkerekirin.

Piştî civîna îro ya şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê hat aşkerekirin.
Endamê şanda PDKê Dilşad Şihab ragihand, têgihîştineke baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê heye û kesekî ji Kerkûkê wek Parêzgarê Kerkûkê tê destnîşankirin, ku parêzgarê hemû aliyan û pêkhateyên Kerkûkê dibe.


Got jî: Bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, posta Parêzgarê Kerkûkê tê yekalîkirin.
Amaje bi wê jî da, pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatine avêtin û têgihîştineke baş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî heye û Netewên Yekgirtî derbarê navçeyên Kurdistanî de bi cidî li ser xetê nin.


Dilşad Şihab got: Hêviya me mezin e ku bi hemû aliyan re ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê bigihin rêkeftinê. Di civîna îro de me behsa pêşeroja Kerkûkê û birêvebirina wî bajêr bi hemû pêkhateyên wî bajarî re kir.
Diyar kir, ew kesê ku navê wî wek Parêzgarê Kerkûkê bê ragihandin, endamê lîsta Birayetî, PDK, YNK û hemû pêkhateyan dibe.


Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer got: Di civînê de me behsa wê kir, divê bi xemxwarî pêngavên mezin bavêjin, ji bo berî temambûna dema diyarkirî, kabîneya nû ya Hikûmetê pêk were û dest bi karê xwe bike.
Got jî: Me dilsoziya xwe wek hevparekî rasteqîne di kabîneya nû ya Hikûmetê de ragihandiye û me dest bi amadekariyan kiriye ku hevdem bi pirsa Kerkûkê re be.


Peyvdarê YNKê got: Di demeke kurt de dilê hemû xelkê Kurdistanê yê dilsoz xweş dikin.
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne