Piştî ku parlamentoya Iraqê projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand, Parêzgara Helebceyê ya bi wekalet Nuxşe Nasih ragihand: “Îro ji bo xelkê Helebçeyê rojek dîrokî ye, em spasiya hemû kesên ku di vê yekê de rol lîstine, dikin û em spasiya Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin.”
Parêzgara Helebceyê her wiha got: “Yekhelwestiya partiyên siyasî, berhema wê parêzgehbûna Helebceyê û aramiya malbatên şehîdan bû.”
Nuxşe Nasih diyar kir: “Em hêvî dikin ku aliyên siyasî ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd, helwestek yekgirtî bigirin.”