Parêzgerê Heşdî Şeibî yê Kerkûkê dest ji erkê xwe berdide!

Parêzgerê milîsên Heşdî Şeibî yê piştî dagirkirina Kerkûkê hat erkdar kirin, dê dest ji erkê xwe berde.

Ji ber parêzgerê Kerkûkê yê hatî sepandin Rakan Cibûrî bû parlamenterê Iraqê, pêwîste meha bê dest ji erkê xwe berde.

Li gor yasayên Iraqê, eger parêzgeriya Kerkûkê betal bimîne, qaymeqamê bajar dê karên parêzgerî birêve bibe.

Piştî çûna Rakan Cibûrî, li gor yasan, Kamil Saleyî ku qaymeqamê navenda Kerkûkê ye û endamê PDKê ye, dê erkê parêzgeriya Kerkûkê birêve bibe û niha piştî xiyaneta 16ê cotmehê koçberê bajarê Hewlêrê bûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin