Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, biryar e îro bi hemû aliyên siyasî yên bajarê Hewlêrê re bicive.
Li gor zanyariyan, îro Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, dê zincîreyek serdanan bi aliyên siyasî re bike û dê bi wan re bicive.
Herwiha wê Umêd Xoşnaw di saet 11:00an de, serdana malbenda 3 ya YNKê ya li Hewlêrê û binkeyê serekî yê Tevgera Gorran bike û pişt re jî dê serdana aliyên din bike.
Armanca wan serdanan bo piştgirî û nêzîkbûna hev aliyên siyasî ye ku li gel Parêzger hemahengiya wan hebe.