Parêzgerê Musena ji Herêma Kurdistanê lêborîn xwest

Parêzgerê Musena Ehmed Menfî daxwaza lêborîna ji gelê Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û dibêje ew helwesta efserekî Artêşa Iraqê, karekî takekesî bûye û karên yasayî dê bêne kirin.

Parêzgearê Musena Ehmed Menfî daxwaza lêborîna ji gelê Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û dibêje ew helwesta efserekî Artêşa Iraqê ku li ser gora bikomî ya li Semaweyê daxwaz ji kesûkarekî Enfalkiriyan kiribû, Ala Kurdistanê bîne xwarê, karekî takekesî bûye û karên yasayî dê bêne kirin.

 

Parêzgearê Musena Ehmed Menfî beşdarî bultena Rûdawê bû û li helwesta wî efserekî Artêşa Iraqê ku li ser gora bikomî ya li Semaweyê ji kesûkarekî Enfalkiriyan xwestibû Ala Kurdistanê bîne xwarê, daxuyanî da û ew helwesta wî weke takekesî binav kir.

 

Ehmed Menfî ragihand ku wan komîteyeke taybet ji bo lêkolîna bi wî efserê artêşa Iraqê re pêk aniye, ku li Semawe rê li ber ala Kurdistanê girtiye û got: “Li Semawe û derdora wê bi dehan gorên bikom hene ku piraniya wan rûfatên welatiyên Kurd ên enfalkirî li xwe digirin.”

 

Menfî da zanîn ku Ala Kurdistanê destûrî ye û wiha pê de çû: “Ala Kurdistanê li gor destûra Iraqê, fermî û yasayî ye û ew efserê ku li ser gora bikom rê li ber ala Kurdistanê girtibû, bi serê xwe ev kar kiriye û ew karekî takekesî bû. Me komîteyeke lêkolînê pêk aniye, ku vê pirsê dişopîne.”

 

Parêzgearê Musena herwiha diyar kir ku heya niha derdora 80 rûfatan bo Pizîşka Dadê yê Bexdayê hatine veguhastin.

  

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne