Li gor Sputnik Kurdistanê Parlementerê Tevgera Goranê Elî Heme Salih ragihand, "îro ji Goran û Yekîtiya Niştîmanya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtuya Îslamî û Komela Islamî û Partiya Komûnîst a Kurdistanê 13 parlemantarên daxuyaniyek hevbeş ragihand û tê de daxwaz ji hikûmet û desthilatdarên Herêma Kurdistanê û lraqê kiriye ku rê li hember artêşa tirk bigrin da ku bi kêfa serê xwe nekevin nava xaka Herêma Kurdistanê û wan dever û gundan jî çol bikin û vegerin ser sînorê xwe. "
'DIVÊ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ VÊ BINPÊKIRINA ARTÊŞA TIRK DERKEVIN'
Herwiha got, "hatina artêşa tirk metirsiyeke mezin e ji xelkê Kurdistanê û pêwîst e hemû aliyên siyasî vê mijarê bi tundî li dijî vê hewildanê derkevin û bi eşkere li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin û rê li ber binpêkirina serweriya xaka Kurdistanê bigrin. "
Salih got:
"Em daxwaz dikîn ku bi zûtrîn dem Parlemana Kurdistanê civîneke ne asayî li dar bixe û bang li hemû cîhanê bike û daxwaz ji hikûmeta herêmê jî bike, da ku xaka kurdistanê biparêze û biryara 37an a sala 2003yan cîbicî bike ku taybet e bi derxistina artêşa tirk ji xaka kurdistanê."
Di beşeke din a daxuyanyê da daxwaz ji hikûmet û parlemana lraqê û Netewên Yekbuyî(NY) û Nûner û Konsulên welatên biyanî li Hewlêrê kiriye ku li hember binpêkirina xaka Herêma Kurdistanê bê deng nemînin û di derxistina artêşa Tirk de rola xwe bilîzin."