Parlamenterê Fransiz bo Balyozê Tirkiyeyê: Em YPG/YPJ terorîst nabînin

Li Parlamentoya Fransayê bi beşdarbûna Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê civîneke komisyonê hat birêvebirin û di wê civînê de rexneyên giran li dewleta tirk hat kirin.

Parlamenterekî Partiya Komunîst ya Fransayê dewleta tirk wekî "hov" bi nav kir û gotina ‘paqijiya etnîkî' bikar anî.

Civîna komisyonê ya li Parlamentoya Fransayê di roja 3yê Nîsanê de hat lidarxistin û Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê İsmail Hakkı Musa jî beşdarî civînê bû.

Parlamenterê Partiya Komunîst ya Fransayê Jean-Paul Lecoq di civînê de axivî û kirinên Tirkiyeyê yên li Rojava û Sûriyeyê wekî tawan û ‘hovitî' bi nav kir.

Lecoq dîmenê axaftina xwe ya civînê li ser hisabê xwe yê Facebookê belav kir û di parvekirina xwe de got, "Min binpêkirinên metirsîdar yên Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê hatine kirin û neqehiyên ku hikûmeta tirk li HDPê kirine, bibîr xistin."

Parlamenterê fransî di destpêka axaftina xwe de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî ‘dîktator' bi nav kir û got:

"Ez dixwazim pêşiyê berteka rayagiştî ya Fransayê li hemberî dîktator Erdogan bînim ziman."

Lecoq derbirî ku Erdogan li dijî nirxên fransî tevdigere û ji bo balyozê tirk got, "Hûn mafên mirovan û demokrasiye digirn bin pêyan."

Lecoq destnîşan kir ku ew ne YPGê ne jî YPJê wekî rêxistinên terorê dibinin û wisa berdewma kir: "Em jî di dîroka xwe de wekî terorîst dihatin nirxandin lê me jî ligel yên din ber xwe da û welatê xwe azad kir. Û em xwe gelekî nêzikî berxwedêrên kurdan hîs dikin."

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin