Parlamenterê Kurd bo zimanê Kurdî li parlamentoyê daxwaza wergêr dike

Parlamenterekî Kurd ê li Parlamentoya Iraqê bo axavtina bi zimanê Kurdî daxwaza peydakirina wergêr dike û di heman demê de dibêje, Banka Navendî ya Iraqê bi bikarneanîna zimanê Kurdî li ser pereyê nû yê Iraqê destûr binpê kiriye.

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê Dr. Mihemmed Şakir ragihand, ku di rûniştina roja çarşemê ya parlamentoyê de rexne li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Dr. Elî Elaq girt, ku wî bi bikarneanîna zimanê Kurdî li ser pereyê Iraqê destûra wî welatî binpê kiriye, ku ev binpêkirina yasa û destûrê aşkere ye û daxwaz kir ku ji ber vê yekê lêpirsîn lê were vekirin.

 

Dr. Mihemmed Şakir dibêje: “Wek çawa di rûniştinê de jî min amaje pê kir, ku li gor madeya 4ê destûra Iraqê û li gor yasaya hejmara 7 a sala 2014a, mafê parlamenteran heye ku bi zimanê Kurdî biaxive, tawana parlamenteran û kesên amade çi ye gava em bi Kurdî diaxivin û ew tênagihên, bo wê yekê pêwîst e ev pirsgirêk were çareserkirin û bo parlamentoyê wergêr werin dabînkirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin