Parlamentereke Alman: Tirkiyê qirkirina netewî li dijî Kurdan kiriye  

.

Parlamentoya Almanyayê li ser firotina keştiyên jêrderyayî bo Tirkiyê berdewam dibe û parlamentereke Alman jî dibêje, “Tirkiyê qirkirina netewî li dijî Kurdan kiriye û heta îro jî berdewam e.”

Parlamentoya Federalî ya Almanyayê bo gotûbêjkirin û biryardan li ser firotina keştiyên jêrderyayî bo Tirkiyê civiya.

Sala 2009an Tirkiyê girêbestek ligel Almanyayê îmze kir daku di sala 2014an de Berlîn şeş keştiyên jêrderyayî corê 214 bide Enqerê ku bihayê her yekê ji wan digihe 330 milyon dolarên Amerîkî.

Lê ji ber paşketina çêkirina wan keştiyan, sala 2016an girêbesteke nû hat îmzekirin bo wêya Tirkiye di sala 2020an de keştiyên jêrderyayî werbigire, lê heta niha jî wernegirtine.

Partiya Kesk a Almanyayê li parlamentoya wî welatî, ku ji destpêkê ve dijî destêwerdanên Tirkiyê bû li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, daxwaz kir firotina keştiyên jêrderyayî bo Tirkiyê were ragirtin, ji ber li gor wê Enqerê bi serkirdayetiya Recep Tayyip Erdogan, aramiya navçeyê têk daye û tawanê şer kiriye.”

Katja Keul, Parlamentera Partiya Kesk li Parlamentoya Almanyayê, dibêje, “Sala 2009an me danûstandin ligel Tirkiyê dikir ku cuda bû ji ya îro. Ya niha yasa û mafên mirov binpê kirine. Di sala 2018an de, Tirkiyê berevajiya yasaya navdewletî Sûriye dagîr kir û dijî xelkê Kurd dest bi derxistin û qirkirina neteweyî kir ku heta îro jî berdewam e.”

Hevpeymaniya partiya Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel dijî ragirtina firotina keştiyên jêrderyayî bo Tirkiyê deng da.

Li gor nûnerên Partiya kesk û Partiya Çep a Almanyayê, ew pêngava hevpeymaniya partiya Merkel ligel wan propagandeyan hev nagire ku bo yekrêziya welatên Ewropî dijî destêwerdanên Tirkiyê li navçeyê dikin.

Sevim Dagdelen, Parlamentera Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê, dibêje, “Angela Merkel, rawêjkara nerîtxwaz û Heiko Maas, serokwezîrê sosyalîst bi çi ve mijûl in? Ew berdewam behsa yekrêziya Ewropayê dikin, ji vî alî ve jî piştgiriya hinardekirina çekên Almanî bo Tirkiyê dikin!”

Berê Yunanîstanê bi fermi daxwaz ji Almanyayê kiribû ku firotina wan keştiyên jêrderyayî bo Tirkiyê rawestîne, lê Merkel dijî cezakirina Tirkiyê bû û guhê xwe neda wê daxwazê.

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin