Parlamenterekî Brîtanyayê bi kêran hat kuştin

.

Parlamenterê Partiya Parêzgaran (Conservative Party) a Brîtanyayê di encama êrişeke bi kêran de jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterê Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê David Amess di dema li gel çend berpirsên xwecihî yên şaredariyê li Dêra Belfairs Methodist a başûr rojhilatê wî welatî, di civîna heftane de, rastî êrişeke bi kêran hat û birîndar bû, lê tevî hewldanên pizîşkî jî ji mirinê nehat rizgarkirin.

David Amess 69 salî bû û ji sala 1997an ve parlamenterê Partiya Parêzgaran bû ku partiya Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson e.

Heta niha nasnameya kesê êrişkar nehatiye belavkirin û sedema êrişê nehatiye belavkirin, lê li gor zanyariyên polîs, kesê êrişkar 25 salî ye.

Ev ne cara yekem e ku li Brîtanyayê parlamenter rastî êrişê tên, Hezîrana 2016an jî parlamenter Jo Cox di êrişekê de jiyana xwe ji dest dabû.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be