Parlamenterên HDPê qeza kirin: Mirî û birîndar hene

.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, parlamenterên Ruhayê Omer Ocalan û Nusredîn Maçîn qeza kirin. Di qezayê de kesek mir û 3 parlamenter jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan dema ku parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Omer Ocalan û Nusredîn Maçîn ber bi Balafirgeha Esenbogaya Enqereyê ve diçûn, otomobîla wan û texsiyek li hev qelibîn. Di encama qezayê de ajokarê texsiyê canê xwe ji dest da û 3 parlamenterên HDP'ê jî birîndar bûn. Parlamenteran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan birîna parlamenteran sivik e û di bin kontrolê de têne girtin.

Kurdistan Haberleri

Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin
Putin agirbest îlan kir