Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kir.
Parlamentoya Almanyayê biryar da ku dema mayîna hêzên xwe yên rahênanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê heta 30yê Cotmeha 2022yan bimînin.
Di dengdana projebiryara Parlamentoya Federal a Almanyayê de, ji 666 parlamenteran, 555 parlamenteran dengê `belê` û 110 parlamenteran jî dengê `na` dan dirêjkirina dema mayîna hêzên Alman li Iraq û Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye, li Herêma Kurdistanê 150 şêwirmend û leşkerên Almanyayê hene û erka wan rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmerge ye.
Herwiha li Iraqê jî 350 şêwirmend û leşkerên Almanî hene ku hêzên iraqî perwerde dikin.