Parlamentoya Ewropa çi bigre bi yekdengî li dijî girtin û dûrxistina parlamenter û şaredariya biryar girt

.

 Parlamentoya Ewropayê îro projeya biryara derbarê guvaşên li ser opozisyona Tirkiyê, taybet jî HDPê de pesend kir û rexneyên tund li Tirkiyê girtin.

Di dengdana li Parlamentoya Ewropayê (PE) de, pêşnûmaya biryara bi sernavê “Li Tirkiyê, di serî de HDPê Zexta li ser Opozîsyonê” bi 603 dengan li dijî 2 hate qebûl kirin. 67 parlamenter bê deng man.

Di biryara ku ji aliyê komên Kristiyan Demokrat, Sosyaldemokrat, Lîberal, Kesk û Çep ên di nav PEyê de bi hevra hat nivîsandin de, zexta "zêde" ya li ser partiyên dijber wekî "xemdar" hate qebûlkirin û şermezarkirin.

Parlamentoya Ewropayê tekez kir ku guvaşên li ser partiyên opozîsyonê “bikaranîna mafên siyasî yên partiyan û kapasîteya wan a bicihanîna rolên xwe yên demokratîk tên sînordarkirin.” Herwiha hat destnîşankirin ku ev kêmbûna azadiya xebata opozîsyona siyasî "rewşa dramatîk a mafên mirovan a li Tirkiyeyê û hilweşîna demokrasî û dewleta hiqûqê ya domdar eşkere dike."

Di biryarê de, ku bi taybetî balê dikişîne ser rewşa HDPê, ku dibêje nêzîkê 4,000 endam di zindanê de ne, serlêdana ji bo girtina vê partiyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate şermezarkirin. Hat diyarkirin ku heta îro 6 “partiyên Kurd” ji aliyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hatine girtin. Lêbelê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî (DMME) ku girtina partiyan wek binpêkirina azadiya komeleyê dibîne hate bibîr anîn. Hat destnîşankirin ku girtina HDP "dê di navbeynê de xeletiyek cidî ya siyasî be, dê derbeyekê li piralî û prensîbên demokratîk bixe, û dê bibe sedema ne temsîliyeta bi mîlyonan hilbijêran li Tirkiyeyê."

Di biryarê de, rewşa her du hevserokên berê yên HDP, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî hate behskirin.

Li gorî biryara DMMEyê ya di 20 Berfenbara 2020an de, hat xwestin ku  Demîrtaş "demildest serbest bê berdan.” Di vê biryarê de bang li rayedarên Tirk jî hat kirin ku "ji kampanyayên dijî HDP dûr bikevin," û hat îfadekirin ku ji "bikaranîna kêfî" ya zagona "dijî terorê" dilgiranin.

Di biryarê Peyê de, fezlekeyên di derbarê hin parlamenterên partiyên opozîsyonê de hatine amadekirin jî anîn rojevê. Di vê çarçoveyê de, daxwaza rakirina parêzbendiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hate şermezarkirin.

Herwiha PE ji biryara binpêkirina mafan a ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve ya derbarê Omer Faruk Gergerlioglu de hat ragihandin kêfxweş e û hat xwestin ku demildest parlamenteriya Gergrlioglu lê vegerinînin. Di biryara PEyê de serbestberdana parlamenterên din ên HDPê yên ku di zindanê de ne jî hat xwestin.

Di biryarê de, di hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê de, ji kar dûrxistina gelek şaredarên bi awayekî demokratîk hate hilbijartin û li şûna wan walî an jî qeyûm tayînkirin hatin şermezarkirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir