Parlamentoya Îraqê yasa pejirand: Hinartina Petrola Herêma Kurdistanê dê dest pê bike

.

- Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê pesend kir û li gorî wê biryarê dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Parlamentoya Îraqê îro guherînên di yasayê de pejirand û rê li ber dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê vekir.

Li gorî vê guherîna yasayê, petrola Herêma Kurdistanê dê êdî ji aliyê Şîrketa Bazarkirina Petrola Dewleta Îraqê (SOMO) ve were şandin.

Parlamenterê Îraqê Dr. Biryar Reşîd behsa hurgiliyên hinartina petrolê kir û got:

“Li gorî yasayê dê bi rêya SOMOyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, bihayê derxistin û veguhastina her bermîleke petrola Kurdistanê ji bo maweyê 60 rojan bi 16 dolaran hatiye diyarkirin.

Her wiha di nav 60 rojan de şîretkarekî navneteweyî yê pispor dê bihayê derxistina her bermîleke petrolê diyar bike."

Li gorî daxuyaniyên fermî, Madeya 12emîn a Yasayayê ku derbarê mesrefa hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê ye, dibêje divê mesrefa her bermîlekê 16 dolar be lê li Îraqê ev mesref 6 dolar e.

Piştî aktîfbûna yasayê, Wezareta Darayî ya Îraqê dê mesrefên serweriyê yên Herêma Kurdistanê bide ku ev jî mesrefa hilberîn û şandina petrolê ya ku SOMO wergirtiye yan jî ya Wezareta Petrolê wergirtiye tê de ye.

Li gorî guherînên di yasayê de hene, ji bo her bermîleke petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin daxwaza dayîna 16 dolaran tê kirin.

Endamê Parlamentoya Îraqê Dr. Biriyar Reşîd di daxuyaniya xwe de got:

"Ji bo her bermîleke petrola ku tê hilberandin 16 dolar hat diyarkirin.

Di vê pêvajoyê de, dê şîrketeke şêwirmendiya navneteweyî di nav 60 rojan de raporekê amade bike ku xercên hilberandin û veguhastinê li gorî qadên petrolê bi hûrgilî bên diyarkirin."

Kurdistan Haberleri

Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Mesrûr Barzanî li ser biryara Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir
SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin
PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê