Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu

Hat ragihandin ku Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Avigdor Liberman.

Li gor zanyariyên berdest, Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer ku bêyî erêkirina hikûmetê wergire da Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Avigdor Liberman. Biryara parlamentoyê li hemberî 41 dengê bi 62 dengê erê hat qebûlkirin.

 

Wek tê zanîn duhî Benjamin Netanyahu li Telavîvê civîneke çapemenî li dar xistibû û îdîa kiribû ku Îran bi veşart'i fealiyeta xwe ya nûkleerî dewam dike.

Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de ragihand ku wan 50 hezar dosya û 183 cdyên veşartî yên Îranê bi dest xistine.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî pesnê Netanyahu dabû û gotibû ‘Netanyahu di mijara Îranê de ji sedî sed mafdar e.'

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin