Parlamentoya Kurdistanê bi serdaneke fermî piştgirîya gelê Kurd bo Fransayê ragihand

.

Şanda Fermî ya Parlemana Kurdistanê, li ser bûyerên dawî yên li Fransayê û kuştina mamosteyekî zanîngehî ji aliyê terorîstekî DAIŞê ve, serdaneke piştevaniyê li Konsolxaneya Fransayê ya Hewlêrê kir û piştevaniya gelê Kurdistanê ji Fransayê re tekez kir.

Cîgirê Serokê Parlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî, piştî serdanê ji rojnamevanan re ragihand, “Me ligel piraniya fraksiyonên Parlemanê sardana Konsolxaneya Fransayê li Hewlêrê kir, ji bo helwesta fermî ya gelê Kurdistanê ji Fransayê re zelal bikin.”

Hewramî got: “Gelê Kurdistanê li dijî tundûtûjiya fîzîkî û bîrewerî bi hemû cureyên wê ye. Em şanaziyê bi firehrengiya xwe ya olî û lêborîna olî dikin.”

Hewramî tekez kir ku Fransa her tim piştevanê doza gelê Kurd bû ku Danielle Mitterrand yekemîn kes bû serdana kampên Kurdan kir, dema Kurd dihatin enfalkirin bi çekên kîmyewî dihatin kuştin.

Hêmin Hewramî da zanîn, Fransa yekem welatê Ewropî bû ku Parlemana Kurdistanê nas kiriye û bal kişand ser ku di şerê li dijî DAIŞê de, Serokê Fransayê François Hollande yekem serok bû pêwendî bi serkidariya siyasî ya Herêma Kurdisanê, Serok Mesûd Barzanî û Pêşmerge re danîye.

Hewramî di berdewamê de got: “Piştî dorpêça ku ji encama referanduma serxwebûna Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê hatiye sepandin, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dorpêç şikand û pêşwazî li serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî kir.”

Hewramî diyar kir ku helwesta şanda Parlamenê helwesta fermî ya gelê Kurdistanê ye û tekez kir, her helwestek ji parlematerekî yan aliyekî derkeve, derbirîna helwesta Parlemana Kurdistanê nake.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne