Parlamentoya Kurdistanê jenosîda kurdên êzidî nasand

Îro 03.08.2019ê Parlamentoya Kurdistanê di civîneke ku ji bo pejirandina proje yasaya pêşniyara bi jenosîd nasandina komkujiya kurdên Êzidî pêkanî de, roja 03.08 wek roja jenosoida kurdên êzidî pejirand.

Îro 03.08.2019ê Parlamentoya Kurdistanê di civîneke ku ji bo pejirandina proje yasaya pêşneyara bi jenosoid nasandina komkujiya kurdên êzdî pêkanî de, roja 03.08 wek roja jenosoida kurdên êzdî pejirand û piştre giştî pêşneyar biryar bi giştî 87 dengên parlamenteran ve hat pejirandin.

Ew civîna Parlamentoya Kurdistanê ku sêyem rûniştina taybet a derbarê vê proje yasayê de bû, ji aliyê lijneya yasayî ya parlamentoyê ve xalên proje yasayê hatin xwandin û piştre dengdan li ser hat kirin.

Biryara diyar kirina roja 03.08.2014ê wek roja komkujiya jenosoida êzdiyan bi dengdanê hate pejirandin.

Di xalên proje yasayê de bi hûrgilî behsa hûrgiliyên proje yasayê hate kirin û herwaha behsa qerebû kirina kurdên êzdî û ava kirina sînorê Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire