Parlamentoya Kurdistanê nexşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê dîyar dike

Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û pisporê warê erdnîgarîyê mijûlê amadekarîya nexşeya navçeyên Kurdistanî û dîroka wan navçeyan in û biryare li du pirtûkan de bê çap kirin û belav kirin.

Navenda Nûçeyan- Ew nexşe û dîroka navçeyên Kurdistanî ji alîyê profesorê erdnîgarîyê (cografya) Dr. Xelîl Îsmaîl ve bê amade kirin.

Ew nexşe dê hûrgilîyên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ji alîyê erdnîgarî, nexşe û dîrokê de nav pirtûkê de li xwe bigre.

Pirtûk bi alîkarîya lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û navenda lêkolînên parlamentoyê ve dê bê amade kirin.

Karên pirtûkê û nexşe û alîyên erdnîgarîyê destpê kirîye û demekî nêzîk de dê bê belav kirin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e