Parlamentoya Tirkiyê endamtiya NATO ya Swêdê pejirand

.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro 23yê Çile roja Sêşemê ji bo dengdana ser protokola endamtiya NATO ya welatê Swêdê civiya.

Hate ragihandin ku di dengdanê endamtiya Swêdê ya NATOyê hate pejirandin û piştî Fînlandayê welatê Swêdê jî êdî bi fermî dibe endama NATOyê.

Di civata giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de, dengdan li ser protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê de hate kirin.

Li gorî zanyariyan bi dengên AKP, MHP û CHPê yên 'belê' endamtiya Swêdê hate pejirandin. Herwiha IYIPê jî dengê nexêr da û DEM Partî jî beşdarî dengdanê nebû.

Kurdistan Haberleri

Artêşa Pakistanê: Hindistanê bi mûşekan êrişî xaka me kir
Werzişvanên Kurd ên Gurcistanê Alaya Kurdistanê bilind dikin
Trump: Hûsî teslîm bûn
Serokwezîrê nû yê Almanyayê diyar bû
Parlamenterê Kurd: Kurd ne bi tenê ne û dengê wan li Berlînê xurt e