Parlementoya Awrûpayê bertekê nîşanî îxraca Gergelioğlu da

.

 Parlementoya Awrûpayê bertekekî tund nîşanî daxistina palementeriya Ömer Faruk Gergelioğlu da. PA yê got ku îxraca Gergerlioğlu bi 2 hefte ket piştî plana ragihandina plana mafên mirovan ya ku serokkomar Erdoğan ragihand.

Raportorê li Tirkiyê yê PA yê Nacho Sanchez Amor û hevserokê komisyona tekil ya Tirkiyê- YA yê Sergey Lagodinsky li ser mijara daxistina parlementeriya Gergerlioğlu peyamekî hevpar dan û weha gotin:

“Em biryara daxistina parlementeriya parastvanê mafê mirovan parlementerê HDP ê Ömer Faruk Gergelioğlu ya di roja 17 ê adara 2021 ê de û di peyde jî ew cezakirina ku bo Gergerlioğlu were jî şermezar dikin. Bi sedema yek parvekirineka li ser medya civakî ku Gergerlioğlu parvekiriye wî ji parlementoyê derxistin û wê bikeve zîndanê, îhlala mafê mirovaye û baweriya bi demokrasiya parlementeriya Tirkiyê qels dike.”

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e