Navenda Nûçeyan- Doh roja yekşemê 05-01-2020an Parlementoya Iraqê daxwaza Serokê Parlementoyê Miehemed Helbûsî cîvîneke awarte pêk anî. Civînê bi gotara Serokwezîrê Iraqê yê ji kar hatîye xistin, Adil Ebdulmehdî dest pê kir. Piştî bi dawîbûna gotara Adil Ebdulmehdî projeyaysa derxstina leşkerên bîyanî ji nava axa Iraqê hat gotûbêjkirin.
Herwiha di berdeewamîya danişînê da projeyayasaya derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê piranîya dengên parlementerên beşdarî danişînê bibûn hat qebûlkirin.
Fraksîyên kurd û sûnne danişîna îro ya parlementoya Iraqê boykot kiribûn û beşdarî civînê nebibûn.