Navenda Nûçeyan- Parlementoya Iraqê îro bi awayekî awarte li ser kuştina xwepêşanderan dicive.
di civînê de bi taybet êrişa şeva 6 vê mehê ya Bexdayê, ku bû sebeba kuştina herî kêm 25 xwepêşanderan û birîndarbûna bi dehên din, tê axaftin.
Ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heta niha, nêzîkî 500 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.