Parlementoya Iraqê Piştî Aloziyên li Welêt Dîsan Dest bi Kar Dike

.

Karbidestekî Îraqî got karmendên parlamentoya Iraqê Yekşemê vegeriyan ser karê xwe bo yekem car ji dema ku alîgirên hêzdar yê Şîayan Moqteda Sedr di dawiya Tîrmehê de êrîşî parlamentoyê kirin.

Pêşveçûn di demekê da çêbû ku peyvdar Muhammed el-Helbusî bernameyek ji bo danişîna diyaloga niştimanî ya dahatû pêşniyar kirî piştî krîzek siyasî ya 11 mehan ku hefteya borî bû sedema pevçûnên kujer li Bexdayê.

Karbidestê parlamentoyê, bi şertê ku navê wî nehêt eşkere kirin ji ber ku wî destûr nîn e ku digel medyayê biaxive gote AFPê "Hemû xebatkarên parlamentoyê vegeriyane ser karê xwe," piştî fermanên ku şeva Şemiyê hatine dayîn".

Wî got "Ji dema ku xwepêşanderan havêtin ser avahiya meclîsê êreve, karûbarên li parlamentoyê hatibûn rawestandin".

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin