Navenda Nûçeyan- Parlementoya Kurdistanê dê îro jî li ser pirojeqanûna reforman bicive. Di civîna îro de pirojeqanûna han dê bikeve dengdanê.
Li gorî rêkeftina ku di navbera firaksîyonan de hatîye kirin, tê pêşbînîkirin ku pirojeqanûna reforman bi awayekî bihêz were pesendkirin.
Li gorî agahîyên BasNewsê, firaksîyona PDKê bi 45 dengan, firaksîyona YNKê bi 21 dengan, firaksîyona Gorran bi 12 dengan dê piştevanîya pirojeqanûna reforman bikin ligel 11 dengên pêkhateyan.