Parlementoya Tirkîyê şandina serbazan bo Lîbyayê pesend kir

Berîya bi demekê Parlementoya Tirkîyê şandina serbazan bo Libya pesend kir.

Navenda Nûçeyan- Parlementerên AKP û MHPê bi 325 dengan ji tezkereya şandina serbazan ra denge belê dan. Herwiha erê dan. Herwiha parlementerên CHPê, MHP û ÎYI Partîyê jî bi 184 dengan dengên na bikaranîn.

Tirkîyê bi armanca piştevanîya hikûmeta Terablusê ku Fayiz Serrac serokatîya wê dike berîya şandina leşkeran bo Lîbyayê stand. Hikûmeta Terablûsê Fayiz Serrac berîya bi denekê serdana Tirkîyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan civîyabû.

Şer di navbera hikûmeta Trablûsê û hêza Xelîfe Hafter da heye. Tirkîye û Neteweyên Yekgirtî piştevanîya hikûmeta Terablûsê dikin. Herwiha welatên Kendava Erebî, Îsraîl, Yûnanîstan jî piştevanîya Xelîfe Hafter dikin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e