Çiray piştî civîna Serokatiya IYI Partî daxûyanî da û diyar kir ku: “Tifaqa Millet ji bo rêgiriya hîle û sextekariyên dijî hilbijartinê hatibû avakirin, piştî bidawîhatina hilbijartinan jî pêwistî bi vê Tifaqê nemaye”.
Peyvdarê IYI Partiyê herwiha anî zimên ku, di civîna Meclisa partiyê û Parlementerên IYI Partiyê de, piştî du rojan nexşerêya nû ya IYI Partî we bê ragihandin.
Tifaqa Milletê di proseya hilbijartinên Parlementerî û Serokomariya Tirkiye ya 24ê hezîranê de, di navbeyna CHP, Partiya Saadetê, IYI Partî û Demokrat Partî de hatibû avakirin.