Partiya Komeleya Komonîst derheq redkirina çewtekariyên rejîma Îranê daxuyaniyek belav kir

.

Partiya Komele ya Rêkxirawa Kurdistanî ya Partiya Komonîsta Îranê, di daxuyaniyekê de çewtekariyên rejîma Îranê red kiriye ku Partiyên Kurdî di êrîşa dronan ya li bajarê Îsfehanê de rol hebûne.

Partiya Komeleya Komonîst 12ê Rêbendanê, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn: “Pêka raporên belavbûyî, rejîma Îranê çendîn zaniyariyên çewt li derheq êrîşa dronan a rêkevta Şemî 8ê Rêbendana sala 1401an a Rojî bo ser damezraweya Wezareta Berevanî ya rejîmê li bajarê Îsfehanê belav kirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye : “Helbet ev yekemcar nîne ku rejîma îslamî ya Îranê neşiyan û bêhêziya xwe bo parastin û kontrola navxweyî li hember rikaberên deverî yên xwe, dixe stuyê Partiyên Kurdistana Îranê, û em vê tohmetê red dikin”.

Herwisa roja derbasbûyî, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ragihandibû: “Em vê îdiaya rejîmê bi tundî red dikin û radigehînin ku, dûr û nêz ti pêwendiyek me bi wan êrîşan re tinebûye û nîne. Herçawan ku me berê jî ragihandibû ku partiyên Kurdistana Îranê ti demî axa Herêma Kurdistanê bo ti êrîş û gefeke ewlehî û leşkerî li dijî Komara Îslamî bikar nayêne û ya ku heta niha Komara Îslamî kiriye hêncet û hewl in ji bo xapandina raya giştî, bo mebestek taybet”.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê