Partiya Pêşverû: Civîna ENKS û Mezlûm Ebdî gavek li ser rêya rast e

.

 Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) piştevaniya xwe ji bo diyaloga di navbera ENKS û Fermandarê Giştî yê HSDê de nîşan dide û wê wek gaveke li ser rêya rast dibîne.

Polîtburoya Partiya Pêşverû şeva borî 23ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “Em di Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de, piştgiriya xwe ji bo civîna ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de, ya di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî de pêk hatiye, tekez dikin.”

Partiya Pêşverû dibêje: “Em wê yekê, we gava li rêya rast dibînin, ji ber ku em lihevkirina Kurdî û yekxistina gotara siyasî ya Kurdî wek bijardeyeke stratejîk dibînin ku ti alternatîf jê re nîn e, ji bo garantîkirina mafên rewa yên neteweyî yên Kurdî û avakirina dewleteke hiqûqî, azadî û demokrasiyê ku tê de rêz li mafên kom û tekan bê girtin.”

Ev daxuyanî piştî wê tê, duhî şandeke Serokatiya ENKSê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, bi amadebûna berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê civiyabûn.

Berdevkê Fermî yê ENKSê Feysel Yûsif jî derbarê naveroka civînê ji K24 re ragihand, di civînê de tekezî li ser avakirina helwesteke Kurdî hate kirin ku li ser bingeha danûstandinên di salên 2019 û 2020 de hatine kirin, be.  

Feysel Yûsif got jî : “Em dixwazin şandeke hertimî bo Şamê pêk bînin, ne ku em rojekê li hev bikin û roja din jî pişta xwe bidin hevdu, ji ber niha qonaxeke dîrokî hatiye ku Kurdên Sûriyeyê bikaribin di Sûriyeya pêşerojê de bibin hevpar.”

K24

Kurdistan Haberleri

‘Armanca hevdîtina bi Ocalan re ew e ku Kurd negihêjin mafên xwe’
Malbatên girtî û windakiriyên Kurd daxwaza diyarkirina çarenivîsa xizmên xwe dikin
Rêjîma Îranê li sala 2024 a Zayînî de zêdetir ji 883 bidar vekirin
Partiyên Bakûrê Kurdistanê: Em bo çareseriya pirsa Kurd, terefin
Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê yê Almanyayê: General Mezlûm hin ramanên girîng danîn ser maseyê