Partiya Sosyalîstan a Ewropayê: Demîrtaşî Berdin

Sergei Stanişev, di daxuyaniyeke nivîskî de gotiye, “Weke ku beriya niha jî me gotibû, tohmet siyasî ne û tekane armanc bêdengkirina mixalefeta demokratîk e.”

Sergei Stanişev, Serokê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) di daxuyaniyeke nivîskî de gotiye, “Weke ku beriya niha jî me gotibû, tohmet siyasî ne û tekane armanc bêdengkirina mixalefeta demokratîk e.”

Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) di daxuyaniyeke nivîskî de daxwaz kiriye biryara tehliyeyê ya 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji bo Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)daye  bê bicîkirin û Demîrtaş bila bê azad kirin.

Li gorî ku daxuyaniya HDPyê weşandiye, Sergei Stanişev, Serokê PESê wiha gotiye: “Tirkiye bi girtina Demîrtaşî re mafên wî û mafên siyasî yên gelê Tirkiyeyê binpê dike. “Weke ku beriya niha jî me gotibû, tohmet siyasî ne û tekane armanc bêdengkirina mixalefeta demokratîk e. Em dixwazin ku Demîrtaş demildest serbest bimîne.

Selahattîn kesekî wisa ye ku ne tenê ji bo kêmnetewa kurdan, ji bo hemû hemwelatiyên tirkan têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û azadiyan dide. Tekane sûcê wî ew bû ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û pêşverû dixebitî. Ji ber vê ye ku sê sal in li girtîgehê tê girtin. Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. 

 

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt