Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Amedê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 17.12.2023yê li Teşkîlta Amedê ya PWKyê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir û di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî beşdarî pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê bûn.

Pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Alaya Kurdistanê de xwend.

Piştî axaftina M.Can Azbay Lêkolîner û Nivîskare Kurd Seîd Veroj di derbarê dîroka amade kirin, pesind kirin û wateya Alaya Kurdistanê ya dîrokî û neteweyî de semînerek da.

Di beşa duyem a semînerê de, Seîd Veroj bersîva pirsên beşdaran da û beşdaran jî di derbarê girîngîya Alaya Kurdistanê de bîr û bawerî û hestên xwe anîn zimên.

Sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Guçlu jî di derbarê rewşa yasayî ya Alaya Kurdistanê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî zimên.

Pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê ya li Teşkîlta Amedê ya PWKyê di atmosfereke hestyar, berhemdar û Kurdistanî de derbas bû.

17.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn