Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdî plan dikin ku kongreyeke nav-kurdî bi mebesta xurtkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên demdirêj ên li ser danûstandinên bi Şamê re li dar bixin.
Tê payîn ku Kongreya Neteweyî ya partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, 18ê Nîsanê, roja Înê, bê lidarxistin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê diyar kir, “Kongre wê di 18ê Nîsanê de were lidarxistin û 300 delege, nûnerên hemû partiyên Kurdistanî, kesayetên neteweyî û tevgerên jinan li hev bicivin. Encama herî girîng a kongreyê wê ew e ku helwêst û daxwazên me bike yek.”
Rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji dema rûxandina rejîma Beşar El-Esed ve ya di Kanûna Duyem de gelek guherî û bû sedema lezkirina danûstandinên yekîtiyê di navbera partiyên Kurdî.
Di meha Çileyê de Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re civîneke girîng li dar xistibû û ji bo bipêşdebirina diyalogê pêk hatibû.
PYD ku partiya serdest e li Rojavayê Kurdistanê, bi Encumena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) re dest bi danûstandinan kir. Hevdîtin bi navbeynkariya endamên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîka û Fransayê pêk hat.
Ji wê demê ve, partiyên Kurdî helwêsteke yekgirtî li dijî pêngavên dawî yên hikûmeta nû ya demkî ya Sûriyeyê li Şamê girtine.
Kurdan li dijî deklerasyona destûra bingehîn a ji 53 xalan pêk dihat, biryar da ku tev li hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed El Şara nebin.
Perwîn Yûsifê got:
“Di vê qonaxa hestiyar de, civîn û gotûbêjên berfireh weke aliyên Kurdistanî hatin kirin, ji bo ku em mafên gelê Kurd bi dest bixin û ji pozîsyoneke bihêz bi Şamê re danûstandinan bikin.”
Perwîn Yûsifê bang li hemû partiyên Kurdistanî kir ku ajandayên taybet ên partiyan bidin aliyekî û ji bo berjewendiyên neteweyî yên berfireh tevbigerin.
Di sala 2015an de PYD û ENKSyê rêkeftineke dîrokî bi navbeynkariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê îmze kirin ji bo kêmkirina aloziyan û avakirina rêkeftineke parvekirina desthilatê li Rojavayê Kurdistanê. Lê rêkeftin qet pêk nehat û her du aliyan hevdu bi têkdana pêvajoyê tometbar kirin.