Partiyên Kurdistanî yên li Perlemana Iraqê, di daxuyaniyekê de matmayînên xwe li ser vê reftara Ebadî diyar kirin û xwestin ku Abadî lêborînê bixwaze.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de gellek qurbanî dane û di dema şikestina artêşa Iraqê de li hemberî wê komê di sala 2014an de, Pêşmerge li pêşiya çekdarên DAIŞê rawestandin û rê li ber girtin û nehiştin derbasî navçeyên din bibin."
Her wiha hate gotin ku "Ew reftara Ebadî piştguhkirineke eşkere ye ji qurbaniyên Pêşmergeyê re, ku bi dehan hezar şehîd û birîndar û dîlên wan hene, Pêşmerge bi xwîna xwe rûpela rûmetî û serketinê nivîsandiye, bi hemû karînên xwe li dijî DAIŞê şer kiriye û bingeh û asêgehên wê komê ji holê rakiriye, Pêşmerge ji bo berevaniyê li tevahiya pêkhatên Iraqê bike, bi sedan şehîd û birîndar di meydana cengê de daye."