Di belavoka ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê ve, ji Rûpela Nû re hatî birêkirin de wisa hate gotin:
"Partiyên Kurdistanî li Amedê ji bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê şîn datînin
Ji bo Şehîdên PDK-Î û HDKê yên di erîşa Dewleta Îranê ya li ser baregehên li Koy Sancaqê yên her du partiyan de şehîd ketin û ji bo 3 ciwanên Kurd ên ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin, em weke partiyên Kurdistanî şînê (taziye) datînin.
Em bangî gelê xwe dikin da ku beşdarî vê şînê bibin
CIH:Teşkîlata Amedê ya PDKTyê(Adres: Rawestgeha Tesîslerê, Sîteya Umut 2, A Blok, Qata 3an, No: 5, Tesîsler Amed (Tesisler Durağı, Umut 2 Sitesi, A Blok 3. Kat, No:5 Tesisler-Diyarbakır)
ROJ: 12.09.2018
SAET:10.00-16.00
Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDKT, PSK