Partiyên PYNK û Mezlûm Ebdî şanda hevbeş a bo Şamê gotûbêj kir

.

Hate ragihandin ku Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) û hin partiyên derveyî wê û ENKSê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyan.

Li gorî zanyariyan civîna Partiyên PYNKê li Istîrahe Wezîr a li Hesekê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re pêk hat.

Çavkaniyên beşdarên civînê ragihandin ku di civînê de behsa yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û pêkanîna şandeke hevbeş a bo Şamê hatiye gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê jî Serokatiya ENKSê li heman deverê bi Mezlûm Ebdî re civiyabû û heman mijar gotûbêj kiribûn.

PYNK wekî bin banê PYDê de ye ji 25 partiyan pêk tê. Partiyên PYNKê di nav Rêveberiya Xweser de cî digrin.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan