Pasdaran 2 kolberên Rojhilatî birîndar kirin

Du kolberên Rojhilatî li nav xaka Başûrê Kurdistanê de ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Du kolberên Rojhilatî li nav xaka Başûrê Kurdistanê de ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.


Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li devera Kêlaşîn ya Başûrê Kurdistanê, ku dikeve nêzîkî bajarokê Sîdekan yê Hewlêrê, komek kolberên kurd rastî êrişa pasdaran hatin.


Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolberên Rojhilatî birîndar bûn. Navê yek ji wan kolberan Xerîb Elîzade (38 salî) xelkê bajarê Pîranşarê bûye, navê yê din jî  Saman Sor (28 salî) xelkê bajarê Mehabadê bûye.
 
 


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne